Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê. Mehmed Uzun

.

Скачать книгу
Читать онлайн

Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê


Год выпуска 0

isbn 9786057728661

Автор произведения Mehmed Uzun

Жанр

Серия

Издательство Sel Yayıncılık


Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê, romana dengbêjê efsanewî yê Kurd, Evdalê Zeynikê ye. Jiyana Evdalê Zeynikê, bi riya dengbêjê Kovara Hawarê, Ehmedê Fermanê Kîkî bi sebr û sebat, bi hostehî, bi gotin, bi qise û peyvên ku di tûrikê xwe de veşartiye, ji nû ve tê vejandin, tê xemilandin û vegotin. Bi riya vê vegotin û serpêhatiya dengbêj em têdigihin, Evdalê Zeynikê dengbêjekî welê ye ku, ew bi awaza xwe li hember ba û bahoz, birûsk û tofanê radibe, dibe dengê dinê û mîna tîrêjên rojê, direşe ser rûyê erdê û zora tarîtiyê dibe, her deverî bi dengê xwe yê xurt ronî dike. Em rastê destana sedsalan a çand û edebiyata kurdî, evîna nemir Siyabend û Xecê jî tên, em dibin guhdar û xwendevanê vê metelokê, herweha, berê me dikeve ser riya Mîrekanên wê serdemê yên welêt, xweşî û kirêtiya wan, yar û neyariya wan. Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê, seranserê jiyana dengbêjekî siûdneçê vedibêje.